Mijdar 24, 2025 17:27 Asia/Tehran
  • Merasîma oxirkirina 300 şehîdên bê nav û nîşan ên serdema Berevaniya Pîroz û destdirêjiya Rejîma Siyonîst ser navçeyên curbicur ên Îranê

Gelê Îrana Îslamî, li bajar û gundên cûrbecûr ên welêt, cenazeyên sê sed şehîdên bê nav û nîşan ên ên serdema Berevaniya Pîroz û destdirêjiya Rejîma Siyonîstser welatê me oxir kirin.

Merasîmên oxirkirina meytên van şehîdan îro danê sibê li navçeyên curbicur ên Îranê destpê kirin û 100 ji van şehîdan li Tehranê û 200 şehîd jî li parêzgehên din hatin oxirkirin.

Merasîma oxirkirina meytên sê ji van şehîdan li Sinê, bi beşdariyeke mezin ji gel, rayedar û malbatên şehîdan, hate lidarxistin. Xelkê Îranê di merasîma oxirkirina meytên şehîdên bê nav û nîşan de dirûşmên Mirin ji bo Rejîma Siyonîst û Mirin ji bo Amerîkayê qêriyan.

Serepeyv