Civîna Navnetewî ya 39`an a Yekbûna Îslamî li Têhranê
Civîna Navnetewî ya 39`an a Yekbûna Îslamî bi beşdariya bi sedan kes ji alimêm cîhana Îslamê û bi axiftina Mesûd Pêzêşkiyan, serokomarê Îranê destpê kir.
Mesûd Pêzêşkiyan, di merasima destpêbûna Civîna Yekbûna Îslamî de got: Dijmin çekan difroşe welatên îslamî û çavkaniyên wan bi xwe re dibe û dil heye ku me bêxe canê hev. Me ti gêreyek bi ti welatekî misilman re tine û em li dû nakokiyan nînin û em sozdarê umeta îslamî ne.
Serokomarê Îranê got: Em hêvîdar in lidarxistina civînên bi vî awayî bibin sedema xurtbûna yekbûn û yekgirtîbûnekê ku pêxemberê Xwedê bona serêxwegirtina wê di nav gel û umetan de hat bijartin.
Serokomar destnîşan kir: Eger umeta îslamî bi rastî di çarçoveya Yedê Wahide de ba, gelo Rejîma Siyonîst yan Amerîka yan her hêzekî din diwêriya heta bi çavekî xerab li misilmanan binêre yan mafên wan binpê bike? Bersiv aşkera ye, eger umeta Îslamê yekgirtî ba, karesatên wiha qet nediqewimîn.
Di vê Civînê de zêde ji 80 mêvanên navnetewî û 210 mêvanên navxweyî hebûn. Ev civîna bo mideha sê rojan bi dirûşma Nebiyê Rehmetê û Umeta Wahide tê lidarxistin.