Tekeziya Larîcanî ser têkiliya bi biratî ya Îranê bi Iraq û Lubnanê re
Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê di gotûbêja bi televîzyona El-Meyadînê re tekez kir ku Komara Îslamî ya Îranê bi Lubnan û Iraqê re têkiliye bi biratî, dostane, qahêm û stratejîk heye.
Elî Larîcanî, Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê, di vê gotûbêjê de bal kişand ser vê yekê ku ev em bi van her du welatan re derbarê gelek warên hevpar gotûbêjê dikin, derbarê peymana ewlehiyê ya di navbera Îran û Iraqê de got: Me li Bexdayê peymanek ewlehiyê îmze kir, ku mijara wê ya sereke hewldana ji bo bidestxistina ewlehî, aramî û aştiyê li her du welatan e û ev nêrîna me ya giştî li rastiya hevkariya navçeyî ye.
Larîcanî derbarê sedemên sefera xwe ya Lubnanê got: Ji ber têkiliyên xurt li Lubnanê, pêwîst bû ku em hinek rawêjkariyan bikin û civînên me yên li Beyrûtê baş bûn Lubnan welatê me yê dost û bira ye û em di her rewşê de li kêleka wê sekinîne û me her tim berevaniya wê û berxwedana wê kiriye . Larîcanî her wiha tekez kir ku Îran her tim amade ye ku bersiva tund bide her gefeke Rejîma Siyonîst.