Beqayî: Em ê protokoleke nû bi Ajansa Enerjiya Atomî re destnîşan bikin
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê, ji bilî ku li ser çalakirina mekanîzmaya vegerandina boykotên dijî Îranê hişyarî da Welatên Rojavayî, got: Li gorî pêşniyarqanûna Meclîsa Şêwra Îslamî ku divê bi hetm cih were, em ê protokoleke nû bi Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî re diyar bikin da ku bibînin ka em çawa dikarin hevkariyê bidomînin.
Îsmaîl Beqayî di civîna xwe ya heftane de, amajeyî hevdîtinên di navbera Îran û Ewropayê de li Stenbolê kir û got: Roja Îniyê bi sê welatên ewropî re muzakire hatin kirin. Wî got ku di hevdîtinên bi Ewropayê re, ji bilî mijara navokî û rakirina boykotan ti mijar neketine rojevê. Aliyên ewropî hêjatiya bikaranîna mêkanîzma vegerandina boykotên ser Îranê ku wekî mekanîzma tetikê tê zanîn tinene û Îranê helwestên xwe ragihandiye.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê di berdewamiya axaftina xwe de got ku em şahidê berdewamiya cinayetên Rejîma Siyonîst in bi rêya bombebarankirina gelê mezlûm ê Filistînê û bikaranîna çeka birsî û tîbûnê ji bo pêşxistina plana jinavbirina Filistînê wekî nasname, netewe û xak. Di rojên dawî de, Wezareta Karên Derve ya Îranê ji bo çêkirina lihevkirinek herêmî ji bo dabînkirina alîkariyê ji gelê Xezzê û rawestandina jînûsayda li Filistîna dagirkirî gelek şêwirîn bi welatên herêmê re kiriye
Di beşek din a civîna xwe ya çapemeniyê de, berdevkê Wezareta Derve ya Îranê, di bersiva pirsekê de li ser mercên Îranê ji bo ji nû ve destpêkirina muzakireyên di navbera Îran û Amerîkayê de û pêwîstiya garantiya Amerîkayê ku ew ê êrîşî Îranê neke, diyar kir: Faktora garantiya herî mezin, hêza Îranê ye. Ji bilî cihanîna cinayetekî navneteweyî, Amerîkayê derbeyek giran li prensîba dîplomasî û muzakireyê da. Divê ev mijar kêm neyê nirxandin.