Serleşker Hatemî: Artêş amade ye bi hemû hêza xwe şoreş û welêt biparêze
Tîrmeh 04, 2025 21:24 Asia/Tehran
Serfermandarê Artêşa Îranê got: Artêşa Îranê ji bo parastina armancên bilind ên Şoreşa Îslamî û yekparçetiya Îranê di her rewşê de û li dijî her êrîşkarekî xerabkar bi tevahî amade ye.
Serleşker Emîr Hatemî got: Hêzên çekdar ên Îranê careke din nîşan dan ku ew ê bi hêz bersiva dijminan bidin û rêya geş a şehîdan bernadin. Di şerê 12 rojî de û berî û piştî wê, şervanên artêşê bi hemû hêza xwe li dijî çek û hêza leşkerî ya bereya êrîşkar a mîna Şeytan, li ber xwe dan û şer kirin û bi serbilindî ji vê qadê jî derketin. Serleşker Elî Fezlî, cîgirê alîkarê hevadengkirê Sipaha Pasdarên Şoreşa Îranê, jî got: Ger dijmin karekî din ê bi ehmeqtî bikin, bê guman ew ê bi bersivek pir dijwartir, webirtir û gurçikbir re rû bi rû bimînin.