Iraqçî: Ti hegerek ji bo domandina muzakireyên Îran û Amerîkayê tineye
Wezîrê Karên Derve yê Îranê amajeyî vê yekê kir ku ti hegerek ji bo domandina muzakireyên Îran û Amerîkayê tineye û xwest ku berpirsên YEyê destdirêjîyên Rejîma Sîyonîst ser Îranê şermezar bikin.
Seyîd Ebbas Iraqçî Wezîrê Karên Derve yê Îranê di peywendîya telefonî ya tev Kaya Kalas Berpirsa Sîytaseta Derve ya YE`yê da, kiryara Rejîma Sîyonîst a binpêkirina serwerî û yekperçetîya axa Îranê şermezar kir û got ku gel û delweta Îranê ji hemî welatên ku dew û doza piştgirîya ji aştîyê û serwerîya qanûnê dikin dixwazin ku wan kiryarên cinayetkerane şermezar bikin û ji bo sekinandina destdirêjî û binpêkirina qanûnê, zorê bidin ser Rejîma Sîyonîst.
Berpirsa Sîyaseta Derve ya YEyê jî di vê peywendîya telefonî da ragihand ku YEyê ji bo piştgirîya ji hewlên dîplomatîk li Konseya Emnî ya NY û dezgeh ûrêxistinên din navdewletî bi merema kêmkirina gêreyê û pêkanîna aşrtî û ewlehîyê li herêmê amade ye.