Pizişkiyan: Em qoldiriyê nahemilînin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i355102-pizişkiyan_em_qoldiriyê_nahemilînin
Mesûd Pizişkiyan, serokkomarê Îranê îro, Pêncşemê, 12`ê Hezîranê, di koma xelkê Îlamê de got: Me dil nîne bi cîhanê re şerr bikin û em dixwazin bi cîhanê re biaxivin, lê em ê teslîmî zorê an zorbaziyê nebin.
(last modified 2025-06-12T12:27:36+00:00 )
Hezîran 12, 2025 15:57 Asia/Tehran
  • Pizişkiyan: Em qoldiriyê nahemilînin

Mesûd Pizişkiyan, serokkomarê Îranê îro, Pêncşemê, 12`ê Hezîranê, di koma xelkê Îlamê de got: Me dil nîne bi cîhanê re şerr bikin û em dixwazin bi cîhanê re biaxivin, lê em ê teslîmî zorê an zorbaziyê nebin.

Mesûd Pizişkiyan, serokomarê Îranê ji xelkê Îlamê re got: Dijmin dixwaze çavkaniyên me ji me bistîne û çekan bifiroşe me, lê em bi Xwedê ve girêdayî ne, ne bi Amerîkayê ve.

Pizişkiyan got: Amerîka û Ewropa hewl didin zext û boykotan li ser Îran û gelê me bisepînin. Ew difikirin ku ew dikarin bi ceza û gefan me rawestînin, lê em, bi baweriya bi Xwedayê Teala, îzna vê yekê nadin. Gel û welatekî ku baweriya xwe bi Xwedê tîne, hewcetiya wî bi kesekî din tune.