May 30, 2025 18:40 Asia/Tehran
  • Îranê himber idiaya Otrîşê da bertek nîşan da

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê rapora Dezgeha Istixbaratê ya Otrîşê derbara bernama navokî ya Îranê da derew zanî û xwest ku dewleta wî welatî bersivê bide.

Ismayîl Beqayî amajeyî endametîya Îranê di Peymana Qedexekirina Berfirekirina Çekên Navokî (NPT) û vê rastîya aşkira ku bernama navokî ya Îranê bi hûrî ji hêla lêgerên Ajansa Navdewletî ya Enerjîya Atomî va tê şopandin kir û ragihand ku ev karê Dezgeha Istixbarata Otrîşê wê ajansê bêhitbar dike.

Wî herwiha got: Îran berovajî Otrîşê û heta hinek ji welatên ewrûpî yên din ku bi awayekî durû himber teyarbûna Rejîma Sîyonîst bi çekên komkujîyê yên curbicur bêdeng mane û bi piştgirîya giştalî ji vê rejîma qirrkir û dagirker pêşîya ramalîna Rojhilata navîn ji çekên tevkujîyê digirin, bi giranî dijî çekên navokî û çekên komkujîyê ye û raberkerê destpêşxerîya ramalîna rojavaya Asyayê ji çekên komkujîyê ye û piştgirîyê didê. 

Serepeyv