Rêberê Şoreşê: Endametîya Îranê di civatên navçeyî û cîhanî da derfetek ji bo pêşketinê ye
Rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî îro di hevdîtina tev Wezîrê Karên Hundur û parêzgarên welêt da, amajeyî pirrcûrbûna derfetan li welêt kir û pêgirî kir ku divê parêzgar ji wan derfet û potansîyelan sûdê wergirin.
Hezretê Ayetullah Xamineyî di vê hevdîtinê da, parêzgar berpirsê hemî karên parêzgehê yên fenanî berhemanîn, jîngeh, xizmetên bajêr, bazarên ser sînor û dîplomasîya navbera parêzgehan bi nav kir û dîyar kir ku li welêt gellek derfet ji bo xizmetguzarîyên guncav hene û tevî rêzkirina hin temîyan, got: Welat ji potansîyela berfire ya merivên ciwan, xwende û kara sûdmend e, her dezgeh û rêxistina wê potansîyelê nas bike û bi kar bîne, pêşketinên şênber pêk tîne.
Rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî endametîya Îranê di civatên girîng ên navçeyî û cîhanî yên fenanî Şanghay û BIRÎKSê û hikimdarîya Wezîrê Karên Hundur ku wezîrekî şareza û haydar ji navçeyên curbicur ên welêt e, derfeteke din zanî û temî da ku rêvebirên xwedîyê morala xizmetguzarîyê û pak ji bo pêşdebirina kar u baran werin bijartin û got: Heke rêvebirên bi vî rengî ji bo parêzgehan bên bijartin, yê ti derfeteke kar û pêşketinê ji dest neçe.
Wî herwiha di çarçova temîyeke din da, temî da berpirs û parêzgaran ku di nava gel da amade bibin û guh bidin gotinên gel û got: Ev kara dê bibe sebeb ku gel we bihebîne û di demên hestyar da alîkarîya we bike.
Rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî herwiha temî da parêzgaran ku şerî`etê berçav bigirin, ji tiştên ku Xwedê heram zanîye dûr bin û resmên dînî pêk bînin, bala xwe bidin ser pêkhatina durişma salê yanî sermayeguzarîya ji bo berhemanînê û têkoşîna ciddî û hevaheng himber qaçaxa kel û pelan.
Di destpêka vê hevdîtinê da, Iskender Mu`minî Wezîrê Karên Hundur raporek derheq planên bi cî tên, raber kir û got: Sermayeguzarîya ji bo berhemanînê, nehîştina hejarîyê, pêkanîna derfetên karkirinê, birêvebirina dilovanane ya kar u barên gel û hebandina gel û têkilîya bi çîn û qatên curbicur, sûdwergirtina ji ciwanan, dîplomasîya aborî û têkilîya bi cînaran ra, rêkxistina welatîyên bîyanî û dabînkirina ewlehîya mayinde ji wan plan û ewlewîyetên Wezareta Karên Hundur in.