May 26, 2025 16:25 Asia/Tehran
  • Tekeziya ser temamkirina rêhesina Şelemçe-Besrayê ji bo veguhestina rêwiyan di heyamê Erbeînê de

Serokwezîrê Iraqê di hevdîtina bi Wezîra Rê û Bajarvaniyê ya Îranê re, tekezî ser berfirehkirina hevkariya rêhesin û tranzîtê di navbera herdu welatan de û temamkirina rêhesina Şelemçe-Besrayê ji bo veguhestina rêwiyên Erbeînê kir.

Muhemed Şiya El-Sûdanî di hevdîtina  bi  Ferzane Sadiq, Wezîra Rê û Bajêrvaniyê  ya Komara Îslamî ya Îranê re tekezî ser berfirehkirina hevkariya di warê rêhesin û tranzîtê di navbera herdu welatan de kir, bi taybetî di projeya rêya pêşveçûnê de tekezî ser pêwîstiya temamkirina projeya rêhesinê ya Şelemçe-Besrayê kir û ew ji bo veguhestina rêwiyan ji herdu welatan û Asyaya Navîn, bi taybetî di heyamê ziyareta Erbeînê de giring da zanîn.

Wezîra Rê û Bajêrvaniyê ya Komara Îslamî ya Îranê bi armanca berfirehkirina têkiliyên veguhestinê û serdana projeya rêhesinê ya Şelemçe-Besrayê sefera Iraqê kiriye.  Wê di vê seferê de berî ku bi Serokwezîrê Iraqê re hevdîtinê pêk bîne ,bi Wezîrê Veguhestinê Rezaq Muhibes û Wezîrê Karên Hundir Ebdul Emîr El-Şemerî re hevdîtin pêk anî.

Serepeyv