Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê: Kes nikare ji me re bibêje ku em divê kîjan rêyê herin
Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê got ku Komara Îslamî û gelê Îranê li gorî armanc û berjewendiyên xwe helwest û rêya xwe hildibijêrin û ti kes nikare ji me re bibêje ku divê em kîjan rêyê herin.
Mihemed Îslamî di merasimekê li Tehranê tekez kir ku em li gorî armanc û berjewendiyên xwe yên neteweyî tevdigerin û got ku gelê Îranê îro di warê zanist û teknolojî û pêşeyê de kariye ku tevî van hemû astengiyann bigihîje cih û şûneke bilind, û di vê qadê de, pîşesaziya navokî mînakek ji van serketinan e.
Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê got ku îro em wekî welatên pêşketî ku bi mîlyonan dolar sermayeguzarî tê de kirine , di cih û şûneke baş de ne û ev rê û rêbaz nayên ji nav birin.
Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê got ku kesên din nikarin çarenivîsa me diyar bikin. Em li gorî armanc û berjewendiyên xwe yên neteweyî biryaran didin û tevdigerin.