May 20, 2025 14:22 Asia/Tehran
  • Salroja Şehîd Reîsî û Şehîdên Xizmetguzariyê

Îro salroja şehadeta Ayetullah Seyîd Îbrahîm Reîsî yê rehmetî û şehîdên xizmetguzariyê ye.

Şehîd Îbrahîm Reîsî par di rojeke mîna îro de  di encama qezaya helîkopterê ji ber hewaya xirab li herêma Verzeqanê li Azerbaycana Rojhilat  şehîd bû. Li gel wî, Ayetullah Alê Haşim nûnerê  Weliyê Feqîh li Azerbaycana Rojhilat û  Pêşnimêjê  Tewrêzê û  Huseyn Emîrebdullahiyan Wezîrê Karên Derve, Melîk Rehmetî parzêgarê Azerbaycana Rojhilat, Seyîd Mehdî Mûsewî Serokê  koma badîgardên Serokkomar û sê endamên  kadroya balafirê şehîd bûn. Di rojên derbasbûyî de li seranserê Îranê hinek merasim bo bîranîna şehîdên xizmetê hatine lidarxistin.

Seîd  Ohedî serokê  Erkantiya bîranîna rêzgirtina ji şehîdên xizmetguzariyê di vî warî de got: Di yek heftiya borî de, ji Tehranê girtî  heta gundên Îranê ji aliyê komên cîhadî ve 120 hezar merasm ji bo bîranîna salroja şehadeta Ayetullah Reîsî hatine lidarxistin.

Serepeyv