May 20, 2025 19:07 Asia/Tehran

Merasima bîranîna şehîd Ayetullah Seyîd Îbrahîm Reîsî, Serokkomarê rehmetî û şehîdên xizmetguzariyê li Huseyniyeya Îmam Xumêynî (RE) bi amadebûna Ayetullah Xamineyî, Rêberê Giranqedr ê Şoreşa Îslamî, hat lidarxistin.

Rêberê  Şoreşa Îslamî ya Îranê îro di merasima salvegera şehîdbûna Seyîd Îbrahîm Reîsî û hevriyên wî, bal kişand ser cinayetên Rejîma Siyonîst li Xezzeyê û got: Karbidestên rojavayî yên dewekarê mafên mirovan  heman kes in ku  piştgirîya komkujiya zarokên Xezzeyê dikin.Hezretê Ayetullah Xamineyî her wiha pesnê kesayetî û kiryarên serokkomarê şehîd û şehîdên xizmetguzariyê da û bal kişand ser zellabûn û sedaqeta şehîd Reîsî û got:Ji bo fêmkirina girîngiya vê reftarê divê mirov wê bi zimanê derewîn ê rayedarên hin welatên rojavayî re bide ber hev ku qîrînên wan ên ji bo aştî û mafên mirovan  guhê cîhanê kerr kiriye, lê wan çavên xwe  li ser  kuştina zêdetirî 20 hezar zarokên bêguneh li Xezzeyê girtine û alîkariya didin cinayetkaran.Ayetullah Xamineyî her wiha derbarê Şehîd Reîsî got: Şehîd Reîsî di warê dîplomasiyê de helwesteke zelal digirt û nedihişt dijmin îdia bike ku wî bi gef û  xapandinê   Îran aniye ser maseya muzakireyê.Ayetullah Xameneyî armanca aliyê din ji tekeziya ser muzakireya rasterast   nîşandayîna qaşo teslîmbûna Îranê da zanîn û got:Şehîd Reîsî ev îzin neda wan. Helbet di dewra xebata wî de, muzakirên nerasterast wekî yên niha dihatin kirin, lê ew negihîştin encamê. ku niha jî ez  fikir nakim bighêje encamê û em nizanin dê çi biqewime.

Rêberê  Şoreşê her wiha  xist bîra aliyê amerîkî  li muzakirên nerastertast ku bila dev ji gotinên pûç û vala berdin û tekez kir: Ev gotina amerîkiyan ku dibêjin em ê nehêlin Îran uranyûmê  zengîn bike, xeletiyeke mezin e û li welêt tu kes li benda destûra vî û wê nîne û Komara Îslamî dê heman siyaset û rêbaza xwe bişopîne.

Serepeyv