Nîsan 30, 2025 18:32 Asia/Tehran
  • Amadebûna zêdetirî du hezar şîrketan li Nîşangeha Expo 2025 a Îranê

Pêşangeha Iran Expo 2025 bi beşdariya zêdetirî 2 hezar şîrketên ji seranserê cîhanê, ji bo roja sêyem a li pey hev li navenda dayimî ya pêşangehan a Têhranê berdewam dike.

Zêdetirî 40 welatên asiyayî û afrîqayî, 23 welatên ewropî û 8 welatên Amerîkaya Başûr û zêdetirî hezar şîrketên îranî beşdarî vê pêşangehê bûne ku girîngiya navneteweyî ya vê pêşangehê ku li ser bingeha geşatiya bazirganiya derve ya Îranê ye, nîşan dide. Armanca lidarxistina vê pêşangehê xurtkirina têkiliyan û danûstandina bazirganî û zanistê di warên aborî û pîşesaziyê de ye.

Serepeyv