Teqîn li Bendera Şehîd Recayî, 4 kesan canê xwe ji dest dan û 516 kes jî birîndar in
Îro nîvro teqînek li Bendera Şehîd Recayî li başûrê Îranê qewimî û piştî vê bûyerê, ûrjansa deryayî û hewayî û her wiha tîmek lezbertek demlidest bo cihê bûyerê hatin şandin.
Rêveberê Giştî yê Rêveberiya qeyranan a Parêzgeha Hormozganê bal kişandr ser wê yekê ku hemû saziyên alîkariyê yên welêt, ji wan Heyva Sor, bi hemû îmkanên pêwîst ji bo gîhandina alîkariyê ber bi cihê bûyerê ve hatine şandin û ragihand ku di encama teqîna giran a li Bendar Recayî heta niha 516 kes birîndar bûne.Hin çavkaniyên herêmî ragihandin ku di bûyerê de 4 kesan canê xwe ji dest dane.Ev nûçe hîna nehatiye piştrastkirin.
Pizişkiyan serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî diyarkirina xemgînî û hevxemiya xwe ya kûr ji bo qurbaniyên teqîna Bendar Şehîd Recayî li parêzgeha Hormozganê ferman da ku lêkolînek ser rewş û sedemên bûyerê were kirin, û Wezîrê Karên Navxwe yê Îranê wekî nûnerekî taybet ji bo lêkolîna bi hûrî ya berûlayên vê bûyerê hatiye şandin bo cihê bûyerê.