Nîsan 23, 2025 19:16 Asia/Tehran

Wezîrê Karên Derve yê Komara Islamî ya Îranê ji bo rawêjkarîya tev rayedarên çînî îro gihîşt Pêkenê û bi hevtûşê xwe yê çînî ra hevdîtin û rawêjkarî pêk anî.

Seyîd Ebbas Iraqçî dema gihîşt Pêkenê, ji hêla rayedarên Wezareta Karên Derve ya Çînê û Muhsin Bextyar balyozê Îranê yê Pêkenê va hat pêşwazîkirin û got ku di vê seredanê da yê name û peyama Mesûd Pêzêşkîyan Serokomarê Îranê raberî Şî Cîn Pîng bike. 

Ismayîl Beqayî Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê jî di vî warî da pêgirî kir ku nêrîna Îran û Çînê derheq gellek mijarên navdewletî wekî hev e û her du alî ser bingeha pêbawerî û rêzgirtina dualî bi awayekî ciddî ji bo dabînkirina berjewendîyên welatê xwe pêngavan radikin. 

Geo Cîyagon Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê jî got: Seredana Wezîrê Karên Derve yê Îranê ya Çînê ji bo bicihanîna rêkevtinameyên girîng ên serokê her du welatan û kûrkirina pêbawerîya sîyasî ya dualî, yê gelelkî girîng be.

Seyîd Ebbas Iraqçî piştî hevdîtina tev Wezîrê Karên Derve yê Çînê got: Di hevdîtina demdirêj a digel rêzdar Wang Yî da me basa hemî meseleyên dualî û navdewletî nemaze mijara bernama navokî ya Îranê û muzakireyên nika pêk tên, kir. Wî dîyar kir ku Çînê wek welatê dost roleke zef girîng û erênî di muzakireyên berê da lîst û got: Di hevdîtina me ya îro da me herwiha basa cura hevkarîyên her du welatan ên di siberojê da kir. 

Iraqçî li Pêkenê herwiha bi Dîng Şoê Şîyang Cîgirê yekem ê Serokwezîrê Çînê ra hevdîtin pêk anî û wan di vê hevdîtinê da dawîn rewşa hevkarîya di çarçova şirîkatîya tam a istiratejîk a Îran û Çînê da hilkoland û her du alîyan derbara rêyên lezandina bicihanîna bernama hevkarîya tam a 25 salî rawêjkarî kirin. 

Serepeyv