Îslamî: Îran çavlirê ye Ajans bêalî tev bigere
Di civîna çapemeniyê ya hevpar a serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê û serêvebirê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê, Mihemed Îslamî tekez kir ku Îran çavlirê ye Ajans bêalî tev bigere.
Mihemed Îslamî, serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê û Rafaêl Girosî serrêveberê Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê îro gereke nû ya gotûbêj û rawêjkariyên xwe ji bo çareserkirina nakokiyên di navbera Têhranê û vê saziya teknîkî de yekalî kirin. Piştî vê hevdîtinê, Îslamî di civîna rojnamevanî de ligel Grosî, amaje bi rola wî di demajoya muzakiran de kir û got: Îran hertim çavlirê ye Ajans bêalî tev bigere û reftareke pirofêşnal ji xwe nîşan bide. Peyv û gotinên wisa neyên kirin ku çavnebarên Komara Îslamî bi awayeka narewa sûdê lê werbigirin. Derbarê vê mijarê de em bi birêz Grosi re yekdeng bûn û wî jî nêrîna me piştrast kir.
Grosî jî bal kişand ser hevkariyên Îranê bi Ajansê re û got: Ez gelek kêfxweş im ku min derfeta civîneke gelek avaker bi birêz Îslamî re peyda kir, herwiha duh bi Dr. Iraqçî, wezîrê karên derve yê Îranê re jî gotûbêjên kûr û sadiqane hebûn û me li bara çawaniya piştgiriya Ajansê ji muzakereyên heyî gotûbêj kir.
Rafaêl Grosî, serêvebirê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê, piştî hevdîtina bi Mihemed Îslam, Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê, ji dawîn destkeftên vê pîşesaziyê di warên çerx û zincîreya ardûyê navokî, enerjî û elektrîkê, şiyanên Îranê di hilberîna ava giran, H2O2 û jêderên wê, radyodermanan, teknolojiya plasmayê, bikaranîna tîşkan, sincirandina navokî , lêyzêr, kowantom, cotkariya navokî û lezkerê pîşesaziyê, pergala ewlehiya navokî agehdar bû.