Iraqçî: Pêkanîna agirbesê li Xezzeyê kilîda çareserkirina qeyranên herêmê ye
Nîsan 10, 2025 18:05 Asia/Tehran
Wezîrê Karên Dervre yê Îanê di peywendîya telefonî ya tev Wezîrê Karên Derve yê Misrê da pêgirî ser pêwîstîya pêngava komkî ya welatên herêmê ji bo sekinandina demlidest a cinayetên Rejîma Sîyonîst û pêkanîna agirbesa lezgîn li Xezzeyê wek kilîda çareserkirina qeyranên din ên li navçeyê kir.
Seyîd Ebbas Iraqçî û Bedir Ebdulatî di vê peywendîya telefonî da dilnigeranbûna xwe ji ber tundbûna gêreyê li navçeyê ya di encama berdewambna êriş û dagirkerîya Rejîma Sîyonîst li Xezze, Libnan û Sûrîyê û berdewambûna êrişên ser Yemenê dîyar kirin û zêdekirina hewlên dîplomatîk ji bo kêmkirina gêreyê û girtina pêşîya qeyraneke berfire li hemî navçeyê pêwîst zanîn.