Pêzêşkîyan: Em dê sermayeguzarîya ji bo berhemanînê pêk bînin
Serokomarê Îranê got: Erka cîhana islamê di roja îro da ``wêdadanîna nakokîyan û yekitî himber Rejîma Sîyonîst` e.
Mesûd Pêzêşkîyan Serokomarê Îranê di hevdîtina berpirsên welêt û balyozên welatên islamî ya digel rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî da, ``rûmet, serfirazî, yekitî, efûkirin, biratî û alîakrîya bo mezlûman`` ji fêrkarîyên herî girîng ên meha Remezanê ji bo misilman zanî û ber bi balyozên welatên islamî got ku erka cîhana islamê di roja îro da ``wêdadanîna nakokîyan û yekitî himber Rejîma Sîyonîst û dijminên islamê` ye û pêgirî kir: Komara Islamî ya Îranê destê dostî û biratîyê dirêjî hemî welatên islamî dike.
Pêzêşkîyan amajeyî haykûf û şerê rewanî yê dijmin ji bo lawaznîşandayîna Komara Islamî kir û pêgirî kir: Gelên misilman ji ber ku Xwedê teala ji xwe ra kirine palpişt, yê ti wexta lawaz nebin.