Adar 31, 2025 15:01 Asia/Tehran

Rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî ya Îranê got: Heke Amerîka û Rejîma Sîyonîst şerûtîyê bikin, bê guman yê pêrgî bersiveke qahîm bibin û heke dijmin fenanî salên buhurî, di fikra birêxistina fitneyê di hundurê welêt da be, gel dê bersiveke qahîm bidê.

Hezretê Ayetullah Xamineyî îro piştî nimêja Cejna Fitrê li Têhranê ev cejna li gelê Îranê û umeta islamê pîroz kir û Remezana îsal meha pêşketina gel a di warên dil, me`newîyetê û hewla sîyas û çalakîya îmanî bi nav kir. 

Wî ji ber birêxistina pirrcoş û pirrwate ya meşa bi boneya Roja Cîhanî ya Qudsê di dawîn înîya meha bibmarek a Remezanê da destxweşî li gelê Îranê kir û got: Birêketina berfire ya gel ``peyamên curbicur`` ji bo kesên ku li cîhanê divê fem bikin û gelê Îranê nas bikin hebû ku ew peyam gihîştin guhên wan. 

Hezretê Ayetullah Xamineyî di xutbeya duyem a nimêja Cejna Fitrê da, got ku berdewambûna jînosayd û zarokujîya bi destê Rejîma Sîyonîst li Xezze û Libnanê bûye sedema xemnîya umeta islamê di meha Remezanê da û got: Ew cinayet bi saya berdewambûna alîkarî û piştgirîyên Amerîkayê ji koma cinayetker û zevtkerê Filistînê pêk hatin.

Wî, Rejîma Sîyonîst hêza biwekalet a kolonîyalîstan li navçeyê bi nav kir û got: Welatên rojavayî bi awayekî berdewam gelên wêrek û ciwanên egît ên navçeyê bi darê destabûn û hêza biwekalet tawanbar dikin, lê tam eyan e ku tenha hêza biwekalet û darê destan li navçeyê, rejîmeke fasid e ku bi şerûtî, qirrkirin û destfirêjîya ser welatên din di halê domandin û kemilandina plana wan welatan da ye ku piştî Şerê Cîhanî, dest danîn ser vê herêmê.

Rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî bal kişand ser dew û dozên dijeterorîstî yên kolonîyalîstên ku bi dirav û medyayê hikmê xwe li cîhanê dihajon û got: Ewên ku berevanîya gelan ji maf û warê xwe ``terorîsm û cinayet`` bi nav dikin, çavê xwe ser jînosayd û terorîsma aşkira ya bi destê sîyonîstan girêdidin an jî alîkarîyê didin karên bi vî rengî.

Hezretê Ayetullah Xamineyî di dawîya xutbeya duyem a vê nimêjê da 2 xalên girîng derbara helwestên bigef ên vê dawîyê yên Amerîkayê da rêz kir û got: Ya yekem ev e ku heke şerûtîyek ji derva pêk were ku helbet ihtimala wê ne zêde ye, dijmin dê bê guman bersiveke qahîm wergire û ya duyem jî ev e ku heke dijmin fenanî salên buhurî di fikra birêxistina fitneyê di hundurê welêt da be, gelê Îranê dê fenanî salên buhurî, bersiveke qahîm himber fitnekaran bide. 

Serepeyv