Adar 30, 2025 21:20 Asia/Tehran
  • Nimêja Cejna Fitrê yê bi pêşnimêjîya rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî li Têhranê were kirin

Sibê ango duşem yekê Şewwalê li Îrana islamî Cejna Fitrê ye.

Gelê Îranê piştî mehek rojîgirtinê yê sibê bi amadebûna li mizgevtan û warên pîroz nimêja Cejna Fitrê bikin.

Li Têhranê jî Nimêja Cejna Fitrê yê di si`et 8ê sibê da bi pêşnimêjîya rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî hezretê ayetullah Xamineyî Nimêjgeha Imam Xumêynî (RE) were kirin. 

Li hin welatên islamî îro Cejna Fitrê hat ragihandin.

Em li Şebekeya Seherê Cejna Fitrê li hemî misilmanên cîhanê pîroz dikin.

Bîsteke din yê nimêja Cejna Fitrê bi pêşnimêjîya rêberê qedirgiran ê Şoreşa Isalamî li Nimêjgeha Imam Xumeynî (RE) bi awayê zindî ji Kanala SAHAR`ê were weşandin. 

Serepeyv