Adar 20, 2025 20:33 Asia/Tehran

Hezretê ayetulah Xamineyî rêberê giranqedr ê Şoreşa slamî di peyamekê de bi boneya destpêbûna sala 1404`an a Koça Tavî sala nû wek sala Sermayeguzariya ji bo hilberînê bi nav kir.

Hezretê ayetulah Xamineyî rêberê giranqedr ê Şoreşa Îslamî di peyamekê de bi boneya Newrozê, tevî hêviya xêr û bereketa Şevên Qedrê û qencî û keremên Îmam Elî (S) li dereqa salê bo gelê Îranê û hemû kesên ku sala nû bi Newrozê dest pê dikin, dirûşma îsal Sermayeguzariya  ji bo hilberînê ragihand. Wî bal kişand ser bûyerên ku Îranê di sala borî ya Koça Tavî  şehedê wan bû  û her wiha  bal kişand ser bûyerên vê dawiyê li Xezze û Yemenê û got: Êrişa dubare ya Rejîma Siyonîst a talanker ser zîvala Xezzeyê, cinayeteke pir giran û sosret û hejîner bû. Divê umeta Îslamê bi yekdengî li hember vê yekê raweste. Divê bêtifaqiyên  xwe  di warên curbicur  de bidin aliyekî, ji ber ku ev meseleya umeta Îslamê ye. Her wiha divê hemû mirovên azadîxwaz ên cîhanê, li Amerîkayê, li welatên Rojavayî û li Ewropayê û welatên din, bi micidî li hember vê kiryara xiyînane û bi karesat bisekinin.

Zarok cardinê tên kuştin, mal wêran dibin, mirov aware dibin, divê gel pêşiya vê karesatê bigrin.Helbet berpirsê vê felaketê Amerîka ye. Rêberên siyasî li seranserê cîhanê hemî gihîştine vê encamê ku ev tevger bi çirayê kesk ê  Amerkayê hate kirin. Lewma Amerîka jî  şirîkê vê cinayetê ye. Mesela Yemenê jî hema wisa ye, Ji ber ku destdirêjiya li dijî gel û sivîlên Yemenê jî cinayetek e ku divê  li himberê wê bisekinin.

Wî sala 1403`an saleke tijî bûyer da zanîn û got: Şehadeta hejmarek ji şêwirmendên Îranê li Şamê, şehadeta Seyîd Îbrahîm Reîsî û piştî wê jî bûyerên tal li Têhran û Lubnanê bûn sedem ku gelê Îranê û umeta îslamî îsal  kesayetiyên hêja û giranqedr ji dest bidin.Rêberê şoreşa Îslamî ya Îranê her wiha bal kişand ser vê yekê ku gelê  Îranê  nîşan dan ku  morela manewî û şiyana wan  li hemberî pirsgirêkan  piz zêde ye û li hemberî pirsgirêkên gelê Lubnan û Filistînê, bi  desteke vekirî gelek alîkariyên gelanî ji bo xwişk û birayên xwe yên olî şandin.

Serepeyv