Adar 18, 2025 16:36 Asia/Tehran
  • Îranê êrişên Rejîma Siyonîst ser Xezzê şermezar kir

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê dewra nû ya êrişên Rejîma Siyonîst dijî xelkê bêberevan ê Xezzê û kuştina filistîniyên sivîl ji wan jin û zarokan hevgavê dewama dorpêça ji hêla xwerin û dermanan ve di vê zîvalê de ku bi çiraya kesk a Amerîkayê ve pêk tê, bi tundî şermezar kir.

Îsmaîl Beqayî van êrişan dewama  cinayeta jînûsaydê û ramalîna etnîkî li Filistîna Dagirkirî da zanîn û bi pêgîriya li ser berpirsyariya hemû hikûmetan û NY ji bo sekinandina jînûsaydê û cinayetên dijî mirovantiyê li Xezzê, li ser bêtevgerbûna li hember binpêkirinên aşkera û bêmînak ên qayîde û qirarên navnetewî ji aliyê Rejîma Siyonîst ve û dûhatên vê rewşa bikaresat li ser aştî û ewlehiya cîhanî pêhişyarî da.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê herwiha daxwaza kareka cidî ji aliyê Rêxistina Hevkariya Îslamî ve bona piştgîriya ji xelkê mezlûm ê Filistînê herwiha sekinandina şandina çekan û her cure piştgîriya pereyî ji rejîma dagirkir kir.

Serepeyv