Peyama Îranê têkildarî salvegera Helebcê
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê di peyamekê da raghiand: 37 salan berî nika bi pişikdarîya Amerîkayû hinek welatên ewrûpî bi dehan hezar kesên bêguneh di encama cinayeta hovane û diltezîn a li Helebceyê da can an tûşî zîyan û birînên dayimî yên giran bûn.
Ismayîl Beqayî Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê di peyamekê da li rûpela xwe ya X`ê nivîsî: Îranî nemaze gelê Serdeştê û gellek sivîl û leşkerên îranî ku di dema şerê sepandî yê 8 salî da ketin ber êrişa kîmyewî ya rejîma Seddam, bi hemî rih û canê xwe derd û êşên gelê Helebceyê fem dikin.
Beqayî di vê peyamê da pêgirî kir: Rastî û dadmendî daxwaza rewa û hertimî ya xizm û kesên gorî û berketîyên çekên kîmyewî derbara bikaranîna wan çekana ji hêla rejîma berê ya Iraqê va ye. Derbasbûna demê nikare asta diltezînbûna vê cinayetê û daxwaza pêkhatina rastî û dadmendîyê kêm bike.
Ev peyama Berevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê di halekî da ye ku îro li Iraqê betlaneya fermî bû, lê li Herêma Kurdistanê rewş asayî bû û betlaneya fermî nehat ragihandin.
Sekreterê Civata Wezîran a iraqê di 10ê vê mehê da ragihandibû `` biryar hat dayîn ku roja yekşem 16ê Adarê betlaneya fermî be, ku hevgav e digel salvegera tawankarîyên rejîma Be`s dijî gelê Iraqê, ji wan komkujîya li Helebceyê, enfal, gornên komkî raperîna Şe`banîyê, têrorkirina zaneyan û êrişa ser partîyan, lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxûyanîyekê da ragihand ku bone û rojên betlaneya fermî di salnameya fermî ya hikûmetê da hatine destnîşankirin, bone, bibîranîn û betlane di cîyê xwe da ne û roja yekşemê ne betlane ye.