Serleşker Mûsewî: Em bi hêz berevaniya Îranê dikin
Adar 04, 2025 19:59 Asia/Tehran
Serfermandê artêşa Îranê got: Em şer û aloziyê naxwezin lê bi hêz û qawet berevaniya Îranê dikin û em ê bersiveke qahêm bidine dijminan.
Serleşker Ebdulrehîm Mûsewî got: Îran ji bo hemû navçê aştî, aramî, dostanî, pêşketin û geşepêdanê dixweze. Em ti caran naxwezin ku şerek biqewime û aloziyek derkeve ta ku xelk û civakên curbicur bikaribin bigihîjin armancên xwe yên netewî. Hebûna welatên derveyî navçê li herêma me, hertim bûye sedema bê ewlehîtiyê. Her dema ku welatên derveyî navçê hatine herêma me, li dû wê alozî û giranbûna kêşeyan hebûye. Tam diyar e ku nebûna wan û bi hevrebûna welatên navçê dikare ewlehî û aramiyê vegerîne navçê.