Tekeziya Eraqçî û hevtayê wî yê tirkmen ser piştgiriya ji gelê Filistînê
Wezîrê karên derve yê Îranê bal kişand ser wê yekê ku Îran û Tirkmenistan derheq piştgiriya ji gelê Filistînê yekdeng in û got ku di şêwirînên ligel wezîrê derve yê Turkmenistanê, derbarê mijara Efxanistanê da jî rawêjkariyên baş hatine kirin.
Seyîd Ebas Eraqçî Wezîrê Derve yê Îranê îro di civîna rojnamevanîyê ya hevpar ligel Wezîrê Derve yê Tirkmenistanê da got: Îran û Tirkmenîstan xwedî xalên hevpar ên mêjûyî, çandî, şaristanî û dîrokî yên pir kûr in. Wî bal kişand ser wê yekê ku helwêstên Îran û Tirkmenîstanê di piştgirîiya ji gelê Filistînê de yek in û got: Em li dijî koçberkirina bi darê zorê ya gelê Filistînê ne û ev mijar li dijî prensîbên navneteweyî û prensîbên mirovahî û mafên mirovan e.
Reşîd Merdov, Wezîrê karên derve yê Tirkmenistanê jî di vê civîna çapemeniyê de got: Têkiliyên siyasî yên Tirkmenistan û Komara Îslamî ya Îranê didomin û rayedarên her du welatan ser pêşxistina peywendiyan tekez dikin.