Sibat 12, 2025 19:01 Asia/Tehran

Hezretê ayetulah Xamineyî tekezî ser berdewambûna pêşketinên di warê berevanîyê da û merasima di roja 22yê Behmenê ya îsal da serhildaneke gelanî û tevgereke mezin a neteweyî di bin bombebarana medyayî ya dijmin de bi nav kir û ji dil û can sipasiya gel kir û got: Gel yekrêziya xwe qîriyan û li hember gefên dijmin ên berdewam, nasname, kesayetî, hêz û berxwedana îraniyan nîşan da.

Rêberê Şoreşa Îslamî vê sibê di hevdîtina digel zanyar,berpirs û pisporên pîşeya berevaniyê, mijara berevaniya ji gel û ewlehiya welêt pir girîng zanî û got: Hêza berevaniya Îranê îro nav û dengê xwe heye û dostên şoreşê şanaziyê pê dikin û dijmin jê ditirsin û ev rastî ji bo welatekî pir girîng e.

Hezretê ayetullah Xamineyî bal kişand ser serdema ku zordarên cîhanî alavên  berevaniyê yên pêdivî ji bo welêt heta bi buhaya çendîn beramber jî nedifrotin Îranê û got: Niha jî heman kesên zorda ji Îranê re dibêjin alavên leşkerî nefiroşin û di navbera wê ``em nafroşinê``û vê nefiroşinê de navbereke dûr û dirêj heye ku bi saya keda zanyaran û pisporên ciwan ên jêhatî  û jîr hatiye tijîkirin. Wî got ku pêşketinên berevaniyê yên girîng tevî berdewamiya boykotan karekî pir baş û ecêb e û got: Rewşa  pîşesaziya berevaniyê ya Îranê wisa ye ku ger ew her alavekê nedin me, ciwanên me, ya herî baştir di nav welêt de çê dikin. 

Rêberê Şoreşa Îslamî, di beşeke din a axaftinên xwe de  derbarê pêwîstiya  berdewamiya pêşketina di warê pîşeya berevaniyê de çend xalên giring xistin rojevê: Pêşketina di pîşeya berevaniyê de hêza me ya berevaniyê li cîhanê bilind kiriye, lê ev nayê wateya rawestan û qayîlbûan bi vê rewşê.Rêberê qedirgiran ê şoreşê her wiha got: Pêşketin divê di hemû beşên leşkerî de berdewam bin û wî 22 Behen wek cejna mezin û dîrokî ya gelê Îranê  zanî û ev roja veguherîner pîroz kir û got: Di tu şoreşekê de nebûye ku piştî 46 salan, gel di salvegera şoreşa xwe de dakeve kolanan û cejnê li dar bixe. Hezretê ayetulah Xamineyî her wiha bombebarana bênavber û şerê hovane û nerm yê dijmin li dijî xwediyên şoreşê yanê Îranê û li dijî lehengê 22ê Behmenê yanî Îmam Xumeynî  bi bîr xist û got: Di vê rewşê de gel di demê da ku derfetek bû, li hemû bajar û gundan  daket kolanan, nêrîn û helwesta xwe ragihand. 

Serepeyv