Kemal Xerazî: Hişê çêkirî pênaseyeke nû ya desthilatdariyê hewce dike
Serokê Konseya Stratejîk a Peywendiyên Derve ya Komara Islamî ya Îranê, ku ji bo beşdarbûna di civîna cîhanî ya hikûmetan (WGS) 2025 de sefera Dûbêyê kiriye, di roja duyem a civînê de, bal kişand ser wê yekê ku hişê çêkirî (AI) tenê ji bo bikaranîna pîşesaziyê nîne û got:Hişê çêkirî fehm û agahiya mirovan zêde dike û pênaseyek nû ji hikimdariyê pêwîst dike.
Seyîd Kemal Xerrazî, serokê Konseya Stratejîk a Pêwendiyên Derve ya Komara Islamî ya Îranê, ku ji bo beşdariya di civîna cîhanî ya Hikûmetan da sefera Dubêyê kiriye di roja duyem a civînê de bal kişand ser mijarên sereke yên têkildarî guhertina desthilatdariyê di serdema hişê çêkirî û dadmendiya civakî de û got: Divê hişê çêkirî wekî amûrek ji bo pêşvebirina dadmendiyê, bihêzkirina endamên civakê û pêknaîna tenahiya hevpar were bikaranîn.
Xerazî tekez kir: Em dikarin vê teknolojiyê ji bo pêknaîna civakên dadperwer, berfireh û tehemulker û nerm bi kar bînin.Divê siberoja desthilatdariyê ne tenê dîcîtal be, belku divê dadperwer, dilovan û biberhem be.