Amerîkayê Îran boykot kir
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê, kiryara Amerîkayê ya sepandina boykotê ser hejmarek welatî û berpirsên îranî bi tawana têkilîya bi firotina nifta xav a Îranê va şermezar kir û got: Ew boykot narewa û berovajî qayide û qirarên navdewletî ne.
Ismayîl Beqayî Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got: Biryara hikûmeta nû ya Amerîkayê ya zordayîna ser gelê Îranê bi rêya girtina pêşîya ticareta qanûnî ya Têhranê û şirîkên aborî, karekî narewa, neqanûnî û binpêkarane ye ku berpirsyarîya navdewletî dixe ser milê dewleta Amerîkayê û Komara Islamî ya Îranê jî, Amerîkayê berpirsyarê dûhatên ji ber liv û tevgerên wiha yên yekalî û zorbêjane dizane.
Nivîsgeha Kontrolkirina Darayîyên Derve ya Wezareta Xizînedarîya Amerîkayê şeva buhurî di çarçova karekî bikîn da, ragihand ku boykotên nû ser Îranê da sepandîye.