Sibat 03, 2025 20:44 Asia/Tehran

Serokê Meclisa Şêwra Îslamî bal kişand ser vê yekê ku Îran û Iraq di asta herî bilind a hemahengî û hevkariyê de ne û got: berçavgirtina pirsgirêkên aborî, rêhesin, rê û pirsgirêkên li sînoran ji mijarên hevpar di navbera her du welatan e.

Muhemed Baqir Qalîbaf îro li Tehranê li hevdîtina bi Mehmûd El- Meşhedanî Serokê Parlemana Iraqê ser berfirehkirina peywendiyên parlemanî û xebatên komîsyonên li warên rê, rêyên hesinî, ewlehiya sînoran û baştirkirina rewşa aborî ya her du welatan tekez kir.

Serokê Meclisa Şêwra Îslamî tekez kir:   parlemanên her du welatan  tekezî ser berfirehkirina rêya hesin a Xuremşehr bo Besrayê, mijarên  têkildarî  darrotina û paqijkirina çemên hevpar, pêşxistina peywendiyên zanistî  û akademîk, pêşxistina peywendiyên ziyaretkirin û geştiyariyê, pêşxistina peymanên sînorî û ewlehiya mayînde li ser sînorên her du welatan kirin.

Qalîbaf her wiha got, her du welat micid in ku li bereya  berxwedanê ji bo berevanîkirina ji Îslamê û rûmeta  Îslamê  li meydanê bin û piştgiriyê bikin  û  her wiha peywendiyên siyasî û aborî di navbera her du welatan  de bên berfirehkirin.

Serokê Parlemana  Iraqê her wiha diyar kir ku pêwîstiya me bi ewlehiya mayînde li navçeyê û welatanê me bi xwe heye û got: Iraq îzna tu êrişekê ser  navçeyê nade . Wî got pêwîstiya me bi ewlehiya mayînde li navçeyê  û welatên xwe heye.

Serepeyv