Çile 28, 2025 16:20 Asia/Tehran

Rêberê Şoreşa Îslamî got: Tevgera Berxwedanê ku bi serketina Şoreşa Îslamî destpê kir, karî bi bikaranîna aqil û îmanê netewên misilman û heta nemisilman jî hişyar bike û Rejîma Siyonîst li pêşberî Xezze û Libnanê li ser çokan nixiland.

Îro û hevdem li gel hatina Cejna Mebesê, komek ji berpirs û rayedarên Komara Îslamî ya Îranê û balyozên welatên Îslamî û çîn û qatên curbicur ên gel, bi rêberê giranqedr ê Şoreşa Îslamî ya Îranê, ayetullah Xamineyî re hevdîtin pêk anîn.

Hezretê ayetullah Xamineyî, rêberê Şoreşa Îslamî di vê hevdîtinê de, amajeyî geşedanên li Xezzeyê kir û bi pêgîriya li ser hişyariya li hemberî bûyerên cîhanî, herikîna berxwedanê di serdema nika de kurtasî û mînakek ji bêiseta pêxember û bergirtî  ji Şoreşa Îslamî da zanîn û amaje bi serkeftina ecêb a Xezzeyê kir û got: Ev navçeya biçûk û sînordar karî Rejîma Siyonîstî a ku heta diranan çekdar bû û pişta xwe bi tamî kutabû Amerîkayê, li ser çokan binixilîne û ev jî mînakek ji berxwedanê ye. Ev hema bi karanîna îman û aqil, xwendina ayeta Quranê, hezkirina Xwedê û baweriya li mezinatiya Xwedê  ye.

Rêberê Şoreşa Îslamî helwêsta Hizbullaha serbilind tevî jidestdana şehîd Nesrullah, mînakeke din a bandorên berbiçav ên berxwedanê yên di serdema heyî de bi nav kir û got: Hizbullaha Libnanê nîşan da ku ne tenê kuta nebûye, belkî di hin rewşan de morala wê lap jî zêde bûye û kariye li hember Rejîma Siyonîst raweste.

Rêberê Şereşa Îslamî ya Îranê di beşeke din ji axaftinên xwe de got ku îro em di sê qonaxên kolonyalîzmê re derbas dibin ku Amerîka di serfêza wan de ye. Ewî hikûmeta Amerîkayê di serfêza hêzên bifîquloz û  qure û kolonyalîst ên di bin bandora hêzxurtên  xwedanê pereû malê dunyayê yên cîhanê de da zanîn û got: Her rojê kartelên darayî yên mezin rêyekê ji bo guhertina nasname û berjewendîyên neteweyan û berfirehkirina bandora xwe ya kolonyalîstî, pilana çê dikin û li gorî Quranê, her tişta ku we tûşî pirsgirêk û tengasîyê bike, ew jê hez dikin.

Serepeyv