Şermezarkirina êrişa ser armancên sivîlan li Sûdanê
Çile 27, 2025 14:36 Asia/Tehran
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê kuştina sivîlan li Sûdanê şermezar kir.
Îsmaîl Beqayî, Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê kuştina sivîlan û êrişa ser armanc û bineszaiyên sivîlan bi taybetî nexweşxane û navendên giştî li Sûdanê şermezar kir.
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê, hevxemiya xwe ji bo qurbaniyên êrişên vê dawiyê ku di encamê de bi dehan kesên sivîl bi taybet li bajarê Feşêr hatin kuştin tekezî li ser pêwîstiya berçavgirtina pirensîp û pîvanên yasayên mirovî yên navdewletî bi taybetî prensîba qedexekirina êrişa ser armanc û cihên sivîl kir.