Girosî: Rêkevtinameya Navokî dikare bibe bingeha peymanek nû ya navokî bi Îranê re
Serêvebirê Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê, wekî berpirsê saziya çavdêr a li ser cihanîna sozên navokî yên Rêkevtinameya Navokî got: Rêkevtinameya Navokî dikare bibe îlhama peymanek nû ya navokî bi Îranê re.
Rafaêl Girosî, şeva buhurî di civata Cîhanî ya Aboriyê de dîyar kir ku anegorî lêgerînên Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê, Komara Îslamiya Îranê, çeka xwe ya navokî tine û her çend Rêkevtinameya Navokî êdi ne li gorî rewşa nika ye, lê dikare bibe bingeha peymanek nû ya navokî bi Îranê re.
Serêvebirê Ajansê herwiha got: Min li Têhranê bi serokomarê Îranê û wezîrê karên derve yê vî welatî re di vî warî de qise kir, herçend ev guherînên bingehîn hewcedarê darêştineka nû ji bo muzakireyan in.
Îranê hertim pêgîrî kiriye ku bona lihevkirina ser rêkevtinameyeke mayinde û pêbawer ku boykotan bi awayekî garantîbûyî ji holê rake û pêşiya bikaranîna narewa ya di dahatiyê de bigire, amade ye.