Çile 22, 2025 18:10 Asia/Tehran

Rêberê Şoreşa Îslamî di hevdîtina bi sedan karsaz, sermayeguzar û çalakvanên beşa aborî yên Îranê de got ku lawazbûna welêt, wehm, xewn û xeyala dijminan e.

Hezretê ayetulah Xamineyî di hevdîtina digel bi sedan karsaz, sermayeguzar û çalakvanên beşa aborî yên Îranê de, bal kişand ser wehm, xewn û xeyalên dijminên Îranê derheq lawazbûna Îranê de û got: Yê pêşeroj nîşan bide ku kî lawaz bûye,çawa ku Seddam jî wer dizanî Îran lawaz bûye û dest bi êrişa ser Îranê kir û Rêygan jî hema bi vê xewn û xeyalê gelek alîkariya wî kir lê di dawiyê da ew du kes û bi dehan kesên din  yên di xewn û xeyalan de hemû ji nav çûn û  Komara Îslamî roj bi rojê geştir bû ku ev ezmûn bi îzna Xwedê Teala dikare were dubarekirin. Rêberê Şoreşê amadebûna di civatên mîna BRICS da giring nirxand û  bal kişand  ser wê yekê ku pêwîst e berpirsên beşa dîplomasiyê yên Îranê ji vê derfeta mezin sûdê werbigirin û got:Sîstema aborî ya BRICS ku îmkana danûstandina aborî bi diravê welatên endam pêk tîne, zirûfeke girîng e û rakirina dolar ji danûstandinên bazirganiyê pêwîst e.

Rêberê Şoreşê her wiha agirbes û serketina li Xezzeyê nîşaneyek eşkere  ya pêkhatina pêşbîniya zindîbûn û zindîmayîna Bereya Berxwedanê zanî û tekez kir:Tişta ku li ber çavê cîhanê diqewime, dişibe efsaneyekê ku  maşîneke cengê ya mezin mîna Amerîka, bi paşguhkirina têgehên mirovî, bombeyên çeperşikên bide rejîma zorbêj û xwînmij ya siyonîst û ew rejîma sitemkar û hov  bombeyan birêje ser 15 hezar zarokan lê nikarin bigihin armancên xwe.Wî bal kişande ser wê yekê ku ger alav û alîkarîyên Amerîkayê nebana, Rejîma Siyonîst  yê hema di heftiyên ewil de ser çokan da biketa û got: Rejîma Siyonîst di dereqa salek û çend mehan de hindî  ku ji destê wê hat Xezze bombebaran kir lê di dawiyê de, ne tenê nekarî bigihîje armanca ku serokê wê yê bêbext û rûreş diyar kiribûn. yanê  jinavbirina Hamasê û rêveberiya Xezzeyê bêyî Bereya Berxwedanê, belkû neçar ma bi Hamasê re ser maseya muzakereyê rûnê û şert û mercên wê jibo agirbesê qebûl bike.

Wî zindîbûn û serketina Bereya Berxwedanê li Xezzeyê mînaka cihhatina  suneta Xwedê Telala ya serketina piştî berxwedanê  da zanîn û got:Her derê ku evdên xwedê  yên qenc ber xwe bidin, bi hetim ew dê ser kevin.

Serepeyv