Îslamî: Peymana Giştalî ya Stratejîk asoyên nû li ber Îran û Rûsiyê vedike
Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya welatê me got: Îmzekirin û pevguhertina belgeyên stratejîk dê alîkariya mayindebûn û bibandortirbûna peywendiyên her du welatan ji bo mideheke diyar bike.
Mihemed Îslamî Alîkarê Serokomar û Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê di seredana serokomar bo Rûsyayê û civîna hevpar a şandên pilebilind ên her du welatan de got: Li gorî nihêrînên ku li cîhanê hene, îmzekirin û pevguhertina belgeyên stratejîk ji bo demeke diyarkirî dibe alîkar ku peywendiyan mayinde bike.
Wî berdewam kir: Di navbera Îran û Rûsiyê de derfeta îmzakirina belgeyeke wiha pêk hatiye û ev çend sal in muzakire û gotûbêj li ser hatiye kirin, bi awayekî ku îro bereberê pevguhertin û îmzakirinê ye. Bi awayekî xwezayî ev belge di her warî de asoyên nû ji bo her du welatan diafirîne. Îslamî got: Ev sefer dê bibe alîkar ji bo pêşxistina peywendiyên paşerojê û danîna bingehên berfirehkirina van hevkariyan.