Rêberê Şoreşa Îslamî: Îran qûçeke stratejîk li cîhanê ye
Hezretê ayetullah Xamineyî Rêberê Şoreşa Îslamî ya Îranê bal kişand ser mêjûya dijminatiya Amerîkayê bi Îranê re û got: Amerîkayê muhasibetên xwe derbarê Îranê bi şaşitî kirine.
Ayetulah Xamineyî, Rêberê Şoreşa Îslamî ya Îranê li hevdîtina bi hezaran kes ji xelkê parêzgeha Qumê li Husêyniya Îmam Xumeynî,dijminatiya îro ya Amerîkayê bi Îranê re ji ber heman şaşitiya muhasibatê da zanîn û got ku berdengên gotinên min ew kes in ku ji siyaseta Amerîkayê ditirsin.
Rêberê Şoreşa Îslamî di şirovekirina hin siyasetên şaş û bê encam ên Amerîkayê li hember gelê Îranê, bal kişand ser behsa boykotan û got: Wan bi boykotan xwestin ku beşa aborî ya Îranê lawaz bikin û bixin çokan lê gelê Îranê di dema boykotan di warê zanist û teknolojiy herî zêde bi pêş ketin û ciwanên ku amadeyî xebatê bûn di warên curbicur de derketin qadan.
Wî bal kişand ser zêdebûna hezar beramberî ya amerîkiyan ji nermalava propagendeyê jibo seqamgîrkirina encamên bikaranîna Hardwarê (hişkalavan) û got: Wan bi hardwarê nekarîn berxwedanê ji holê rakin. Li Lubnanê kesekî wekî Seyîd Hesen Nesrallah û fermandên din şehîd kirin lê Hizbullah ji nav neçû û dê ji nav neçe jî.
Rêberê Şoreşa Îslamî kêfxweşiya xwe ji helwestên zelal, cidî û wêrekane yên rayedarên Îranê li dijî Rejîma Siyonîst û piştgiriyên Amerîkayê ji cinayetên siyonîstan nîşan da û got: Van helêwstan dilê gel şad kirin.Hezretê ayetulah Xamineyî di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser wê yekê ku bûyerên li navçê ji wan li Sûriyê nabe ku bibe sedem doza Filistînê kêmreng bibe û got: Hêvina sereke ya berxwedanê rawestana li hember tevgera cinayetkar a Rejîma Siyonîst e. Wî bal kişand ser zindîmayîn û xurtbûna her rojî ya berxwedanê û got:Em piştgiriyê didin berxwedana li Xezze, Rexê Rojava, Lubnan, Yemenê û her cihê ku li dijî Rejîma Siyonîst raweste û li ber xwe bide.