Merasima bibîranîna şehîd Silêmanî
Merasima rêzigritn û bibîranîna şehîd general Hecî Qasim Silêmanî di sala pêncan a şehîdbûna wî da bi amadebûna Wezîrê Karên Derve û Fermandeyê Hêza Deryayî ya Sipaha Pasdarên Şoreşa Islamî ya Îranê hat lidarxistin.
Seyîd Ebbas Iraqçî Wezîrê Karên Derve yê Îranê di vê merasimê da got: Serdar general şehîd Silêmanî tevger û bereyek li herêmê ava kir ku yê qet ji nav neçe, ji ber ku Bereya Berxwedanê, dozeke pîroz e ku yê bi çekê ji nav neçe. Bereya Berxwedanê ne girêdayîyê kesan e û çeka wê ya sereke jî xwîna şehîdên berxwedêr e, lewma nikarin pêşîya wê bisekinin. Bila dijmin fikir nekin derbên ku li vê bereyê dixin, ser dikevin, belkî destpêkek ji bo têkçûna wan tê hesêb.
Iraqçî herwiha got ku Bereya Berxwedanê yê bi sebir, berxwedan û hedarê pêş da here û şehîdkirina Seyîd hesen Nesrullah yê bibe sedema xurtbûna Hizbullahê û Bereya Berxwedanê. Tevî ku em çend mehan di rewşeke pirrgêre da bûn, meydan û dezgeha dîplomasîyê di asta herî bilind a hevahengîyê da bûn. Wezareta Karên Derve hertim li meydanê amade bûye û erkên xwe pêk tîne.