Beqayî: Serdarên mezin ne fatihê erdnîgariyên naskirî ne, belku fatihê dilan in.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê di salvegera şehadeta Qasim Silêymanî de got: Serdarên mezin ne fatihê erdnîgariyên naskirî ne, belku fatihê dilan in ji ber wê jî fethên wan her tim dimînin.
Îsmaîl Begayî îro di peyamekê de li tora civakî ya Xê nivîsî:Di serdemekê de ku şer li cengawerî û şervantî girêdayî çekan û bombeyan û hejmara stûnên ku ji miriyan têne çêkirin, e, şehîd Serdar Silêymanî wek navê Serdar Dilan hate nasîn.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê her wiha nivîsî: Em di salvegera şehadeta serdarê reşîd ê Îslamê fexrê berxwedanê, serbazê niştiman û qehremanê mezin ê têkoşîna li dijî terorîsmê Hecî Qasim Silêymanî bi rêzdarî bi bîr tînin û em silavên xwe dişînin bo rihê hemû şehîdên bereyavniya ji Îranê û berxwedana li hmeber destdirêjî, terorîzm û dagirkeriyê.
Serleşker Qasim Silêymanî, fermandê berê yê hêza Quds a Sipahê Pasdarên Şoreşa Îslamî, 3 Çilla 2020an di halekê de ku li ser vexwandina fermî ya rayedarên Iraqê sefera vî welatî kiribû di encama êrişa esmanî ya hêzên têrorîst ên Amerîkayê nêzîkî firokexaneya Bexdayê de, ligel Cîgirê Serokê Heşda Şeibî ya Iraqê Ebû Mehdî El-Muhendis û 8 hevriyên wî şehîd bûn.