Dijminan hîna hêza rastîn ya Îranê nedîtine
Serfermandarê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: Berxwedan fikirek, ramanek û çandek e ku ne tenê tu carî lawaz nabe belku piştî operasyona Bahoza El-Eqsayê bihêztir, berfirehtir û kûrtir jî bûye.
Serleşkir Seyîd Ebdulrehîm Mûsewî di salvegera şehadeta şehîd Qasim Silêymanî de bi bîranîna vî şehîdê mezin û rêzgirtina li wî û got: Dijmin dixwazin wisa nîşan bidin ku Bereya Berxwedan lawaz bûye lê berxwedan tu carî lawaz nabe û lawaz jî nebûye belkî bihêztir, berfirehtir û kûrtir bûye.Serleşkir Mûsewî bal kişand ser wê yekê ku ya dijmin derbarê qaweta leşkerî ya Îranê de nîşan didin rast nîne û got:Hêza leşkerî ya Komara Îslamî ya Îranê hîna sedî sed dest lê neketîye û Îranê hîna gelek ji şiyaên xwe yên leşkerî nîşan nedaye û ev di halekê de ye ku dijmin gelek tiştan nizanin û nabe jî bizanin.Serfermandarê artêşê, bal kişand ser wê yekê ku dijmin dixwezin wisa nîşan bidin ku Rejîam Siyonîst ser ketiye û got: Kuştina jin û zarokan û wêrankirina nexweşxane, mal û dibistanan û kuştina sivîlan ne serketin e û heke biryar be em jibo serketin û işkestê du istûnan kivş bikin bi hetim divê siyonîst û rejîma serdetîxwaz daynin alîyê işkestxwarî.