Rêberê Şoreşa Îslamî: Serkeftina Bereya Heq bêveger e/Meqerên Amerîkayê li Sûriyê dê di bin lingên ciwanên sûrî de bên pêpeskirin
Rêberê Şoreşa Îslamî di hevdîtina digel komek ji malbatên şehîdên Berevanê Tirbên Ehlibeyt (S) û Berxwedanê tekez kir ku meqerên Amerîkayê li Sûriyê wê di bin lingên ciwanên sûrî de bên bêpeskirin.
Hezretê ayetullah Xamineyî Rêberê Şoreşa Îslamî vê sibê hevgavê pêncemîn salvegera şehadeta Serdar Qasim Silêymanî, di hevdîtina digel malbata wî û komek ji malbatên şehîdên berevaniya ji tirbên ehlibeytê (S) û şehîdên berxwedanê da bal kişand ser avakirina li dû hev a meqerên Amerîkayê li Sûriyê û got: Divê destdirêjker ji axa dagirkirî derkevin, neku ew gela yê wan derxînin, lewma meqerên Amerîkayê jî bê guman yê di bin lingên ciwanên Sûriyeyî de bên pêpeskirin.Wî berdewamiya mayîna dagirkeran li Sûriyê ne pêkan da zanîn û got:Sûriye ya gelê Sûriyê ye û bê guman yên ku destdirêjiyê ser axa Sûriyê dikin dê rojekê neçar bibin li himber hêza ciwanên sûrî yên leheng paşde vekişin.
Hezretê ayetulah Xamineyî her wiha bal kişand ser serketina zû yan dereng a gelê Sûriyê li hemberî dagirkeran û berdewamiya berxwedana Yemen, Filistîn û Lubnanê û got: Lubnan û Yemen sembolên berxwedanê ne, birîndar bûne lê xwe netewandine û yê di dawiyê de ser kevin.
Rêberê Şoreşa Îslamî bi ravekirina hinek taybetmendiyên kesayetî û serederîyên Hecî Qasim Silêymanî, got: Divê bi hînbûn û derswergirtina ji van taybetmendiyan, di rêya armanca sereke ya Mekteba Silêymanî yanê cîbicîkirina têgehên îslamî û Quranê de pêngavan rakin. Rêberê Şoreşa Îslamî her wiha diyar kir: Armanca sereke ya Amerîkayê ji dagîrkirina van her du welatan Îran bû, lê ew mêrê birûmet û rastbêj bêyî ku ji rûveta mezin û bixof a Amerîkayê bitirse, daket meydanê û di dawiyê de, ew dagirkerî bûn sedema têkçûna Amerîkayê û ev pîlan hatin bêencamkirin.
Hezretê ayetulah Xamineyî têkçûna pîlana Amerîkayê ya birêxistina DAIŞê û bikaranîna wê, encameke din amadebûna Hecî Qasim a bilez, di cih û avaker li meydanê da zanîn û got: Li himber terorîzma tekfîrî, ciwanên iraqî bi awayekî tam hêja rola xwe hebûn lê di pûçkirina wê komploya ku man u nemana navçeyê girêdayî wê bû, Silêymanî bi însiyatîv,wêrektî, fîdakarî û hêza xwe roleke bêhempa lîst.