Mijdar 20, 2024 18:02 Asia/Tehran
  • Tekeziya Eraqçî û Wezîrê karên Derve yê Qeterê ser pêwîstiya dawîanîna jînosayda li Xezeyê

Dîplomatê pilebilind ên Îran û Qeterê di hevdîtina li Têhranê ser pêwîstiya bi dawîanîna jînosayda li Xezzeyê tekez kirin.

 Şêx Muhemed Bin Ebdulrehman Alê Sanî, serokwezîr û Wezîrê karên derve yê Qeterê ku roja çarşemiyê û di serê şandekeke fermî bona rawêkariya derbarê têkiliyên dualî û alûgurên hestyar ên navçeyê sefera Têhranê kiriye, bi seyd Ebas Eraqçî, Wezîrê karên derve hevdîtin û gotûbêj kir.

 Di vê hevdîtinê de her du aliyan bal kişandin ser pêwîstiya bidawîanîna jînosayda li Xezzeyê û rawestandina destdirêjiyên Rejîma Siyonîst li dijî Lubnanê, û tekezî ser rawêjkarî û seferberkirina hemû zirûfên navçeyî û navneteweyî jibo girtina pêşiya berfirehbûna bêewlehiyê li herêmê kir.

 Seyd Ebas Eraqçî û Şêx Muhemed Bin Ebdulreman her wiha hin mijarên hevkariyên her du welatan gotûbêj kirin û bal kişandin ser  geşatiya peywedniyên her du welatan li hemû waran û ser berdewamkirina vê rêyê tekez kirin.

Serepeyv