Cêbêlî: Cîhan bûye şehedê hilweşyana Rejîma Siyonîst
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i352187-cêbêlî_cîhan_bûye_şehedê_hilweşyana_rejîma_siyonîst
Serokê Rêxistina Radyo û Televîzyona Komara Îslamî ya Îranê got: Gelê Ewropayê pêhesiyan ku Rejîma Siyonîst sexte ye û hemû xelkê cîhanê bûne şehedê hilweşyana vê rejîma sexte.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Tesrîn 18, 2024 15:45 Asia/Tehran
  • Cêbêlî: Cîhan bûye şehedê hilweşyana Rejîma Siyonîst

Serokê Rêxistina Radyo û Televîzyona Komara Îslamî ya Îranê got: Gelê Ewropayê pêhesiyan ku Rejîma Siyonîst sexte ye û hemû xelkê cîhanê bûne şehedê hilweşyana vê rejîma sexte.

Pêyman Cêbêlî îro di merasima bibîranîna 200 şehîdên rojnamevanên medyayî li Filistînê   ser navê  terora rewayetê li Tehranê got: Ger piştgiriyên Amerîkayê nebin, tiştek ji vê rejîma cinayetkar namîne û şehîd Seyîd Hesen Nesrullah bi durustî  pêşbînî kir ku rejîma sexte  dê ji nav here û dema serketinê gihêştiye. 

Serokê Rêxistina Radyo û Televîzyona Komara Îslamî ya Îranê  bal kişand  ser cinayetên Rejîma Siyonîst li Zîvala Xezze û Lubnanê û got: Rejîma sexte li bereya îstikbarê hewl da ku vê yekê li ser gelan de bisepîne  û di medyayên sexte de bibêje ku qahîm û berxwedêr e, lê ev demeke dirêj e di bin lingên xelkê serfiraz ê Lubnan û Xezzeyê de pêpes bûye û ji nav çûye.