Iraqçî: Em ji bo muzakireyan amade ne
Wezîrê karên derve yê Îranê amajeyî vê yekî kir ku Komara Îslamiya Îranê ji bo muzakireyan amade ye û got: Eger Konseya Hikimdaran a Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê dijî Îranê biryarnameyekî bide, em ê karên nû bikin ku bi hetm dê wan kêfxweş nekin.
Seyîd Ebas Iraqçî li bara sefera vê dawiyê ya serêvebirê Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê ya Têhranê û hevdîtina bi wî re got: Heta dema ku Ajans erka xwe ya pisporî cih bîne em ê bi wan re hevkariyê bikin. Em hîna jî endamê sozdar ê wê peymanê ne û em ê di çarçoveya wê de sozên xwe cih bînin.
Iraqçî amajeyî vê yekê kir em ji Lihevkirina Navokî derneketin lê me sozên xwe yên li hember wê sekinandin ku eva jî wek bersiva li hember bêsoziya aliyê ewrûpî bû û herwiha got: Em ê sozên xwe yên li hember NPT`yê cih bînin lê em ji viya zêdetir karekî nakin.