Qalîbaf: Guherîna serokkomarên welatan dê bandorê li hêz û qaweta Îranê neke
Serokê meclisa Îranê bal kişand ser hêza netewî, kiryara bi hêz û hişmendiya Îranê û got: Guherîna serokkomarên welatên din tu bandorek li şiyana Îranê ji bo dabînkirina berjewendiyên xwe nake.
Muhemed Baqir Qalîbaf bal kişand ser hilbijartinên vê dawiyê yên Amerîkayê û hilbijartina serokomarê nû yê vî welatî û tekez kir:Guhertina serokkomarên welatên din heta dema ku Îran pişta xwe bi hêza xwe ya navxweyî û îradeya Îranê ve girêde, tu bandorê li şiyana Komara Îslamî ya Îranê ji bo dabînkirina berjewendiyên xwe nake.Serokê meclisa Îranê her wiha got: Ger di rûvek de çi şêwazên dijminatiya serokomarên Amerîkayê de ferq hene, lê tişta ku reftara dijmin li hember Îranê diyar dike qaweta neteweyî, reftar bi hêz û hişmendiya Komara Îslamî ya Îranê li gor nêrîna eqlaniyeta şoreşgeriyê ye.