Mijdar 02, 2024 16:31 Asia/Tehran

Kemal Xerazî Serokê Konseya Stratejîk a Pêwendiyên Derve ya Îranê bi ragehandina vê yekê ku Îran dê bersiva şerûtiya vê dawiyê ya Rejîma Siyonîst bide û got: Muhtemel e Îran birra mûşekên xwe zêde bike.

Xerazî got: Derbarê mesela birra mûşekan me heta niha hesasiyeta welatên rojavayî bi taybet ewropiyan berçav digirt. Lê dema ku ew hesasiyetên me bi taybetî di mijara yekparçeyiya axa Komara Îslamî ya Îranê de berçav nagirin, nabe ku em jî hesasiyetên wan berçav bigrin. Lewma  muhtemel e ku birra mûşekên Îranê bê zêde kirin.Wî bal kişand ser vê yekê ku Rejîma Siyonîst di şerê dijî Xeze û Lubnanê de hesabên şaş kiriye û got: Wan wer dizanîn ku bi êrişa  ser Xeze û Lubnanê dikarin Hamas û Hizbullahê ji nav bibin.Wer dizanîn ku  bi şehîdkirina rêberên  Hamas û Hizbullahê re dê ev tevgerên  gelanî  rawestin.Ev hesabên wan şaş bûn. Li Îsraîlê jî gelek kes derbarê  van hesabên şaş li xwe mikur tên, ji ber ku fikra berxwedan û azadîxwzaiyê nikarin bi operasyona leşkerî tune bikin. 

Serepeyv