Şermezarkirina destdirêjiya Têlavîvê dijî Îranê
Cotmeh 27, 2024 17:48 Asia/Tehran
Rêxistina Hevkariya Îslamî di daxuyaniyekî da kiryara destdirêjkar a vê dawiyê ya Rejîma Siyonîst dijî Îranê bi tundî şermezar kir û ew binpêkirina hakimiyeta netewî ya Îranê û qanûnên navnetewî da zanîn.
Rêxistina Hevkariya Îslamî di daxuyaniyekî da li ser helwêsta xwe ya li hemberî her cure zêdekirina kêşeyan ku bibib sedema nearambûna zêdetir a li navçê, pêgîrî kir û ji civaka navnetewî û aktorên girîng xwest di çarçoveya kêmkirina kêşeyan û bidawîanîna şidetan, hevkariyê bikin. Ev rêxistina herwiha daxwaza sekinandina demlidest a êrişên Rejîma Siyonîst ser Xezze, Perrava Rojava Çemê Urdinê û Libnanê kir.