Cotmeh 26, 2024 16:56 Asia/Tehran

Rejîma Siyonîst di halekî da îdia dike ku êrişî ser 20 cî û binkeyan li Îranê kiriye ku operasiyona wê ya medyayî pirr mezintir ji operasiyona wê ya leşkerî ye.

Beşa Ragihandin û Têkilîyan a Sîstima Berevaniya Hewayî ya Îranê di daxuyaniyekê da ragihand: Rejîma Siyonîst îro Şemiyê di kiryareka kêşesaz da, êrişî hin navendên leşkerî yên li parêzgehên Têhran, Xûzistan û Îlamê kir ku sîstima yekgirtî ya berevaniya hewayî ya Îranê ji bilî şopandinê karî bi awayeka serkevtî li hember vê destdirêjîya Rejîma Siyonîst bisekine.

Li gorî vê daxuyaniyê zîyaneke kêm jî li hin navçeyan ketiye ku berûlayên bûyerê tê hilkolandin. Ji hêla din ve Rejîma Siyonîst îdia kiriye ku di encama êrişa îro da 20 navçe li Îranê hedef hatin girtin. Îdiayek ku heta nika ti nîşanek wê tineye. Di eynî demê da gelek siyonîstan berteka Îsrayîlê li hember Îranê pirr lawaz û bêhêvîker dane zanîn; Yaîr Lapîd, Serokwezîrê berê yê Îsrayîlê ji ber bisînûrbûna êrişa artêşa Îsrayîlê ser hin armanên li Îranê rexne kir û got: Biryara êrişnekirina ser armancên stratêjîk û aborî li Îranê şaş bû.

Rejîma Siyonîst di halekî da hewl dide êrişa bisînor û têkçûyî ya xwe ser Îranê mezin nîşan bide ku gelek çavdêr û şiroveker ser vê bawerê ne êrişa di danê sibeya îro da qet bi operasiyona Wadeya Sadiq a 2`ê ya Îranê re nayê berhev. Operasiyonek ku tê de herîkêm 180 mûşekên balistîk ber bi armancên leşkerî û ewlehiyê yên Îsrayîlê ve hatin avêtin û anegorî ragihandina Waşîngton Postê herîkêm 20 mûşek li pêgeha hewayî ya Nêwatîmê û 3 mûşekên din jî li pêgeha Til Nofê li navenda Erdên Dagirkirî ketin. 

Li gorî mukurhatina Bênyamîn Netaniyahu, serokwezîrê Rejîma Siyonîst, operasiyona Wadeya Sadiq- 2 ya Îranê, yek ji êrişên herî mezin di dîrokê da dijî Îsrayîlê bû ku bi sedan mûşek ber bi wan ve hatin avêtin. Tevî viya siyaseta sansûrkirinê ya giran ya medyayî ya Rejîma Siyonîst bû sedem agahiyên li ser kuştiyên di encama operasiyona Qadeya Sadiq a 2`ê neyên weşandin. Helbet hin bajaroknişîn û nûçegîhanên navdewletî yên li Erdên Dagirkirî, bi kamerayan asta berfireh a operasiyona leşkerî ya dijî Îsrayîlê qeyd kirin û weşandin ku ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Rejîma Siyonîst ve hatin şopandin û şermezarkirin.

Serepeyv