Pûtîn di hevdîtina bi Pizişkiyan re: Em pêşveçûna navenda navokî ya Bûşêhrê dişopînin
Cotmeh 23, 2024 18:23 Asia/Tehran
Serokomarê Rûsiyê got: Em li çarçova korîdora Bakur-Başûr û qonaxa du û sê ya navenda Buşehrê û bazirganiya azad a Îran û Ûrasyayê li dûpêşxistina binesaziya rêyên hesinî ne.
Mesûd Pizişkiyan Serokkomarê Rûsiyê di çarçoveya civîna BRICSê ya li Kazanê ya Rûsiyê di hevdîtina dualî ya bi Vladîmîr Pûtîn re got: Piştî ku ji Eşgabadê vegeriyam, min piraniya hevhatinnameyên bi Rûsyayê re şopandin heta ku hevhatin bi dawî û eseh bibin û em îmze bikin.Bi vî awayî eger di vê rêyê de pirsgirêkek hebe ez ê bi xwe bişopînim.Ji ber ku ez di wê baweriyê de me ku peywendiyên her du welatan j stratejîk û sûdmend in.