ُSerleşkir Ceferî: Emê heta serkeftina dawî di hemû waran de alîkariya Hizbullahê bikin
Cotmeh 23, 2024 18:13 Asia/Tehran
Serleşker Mihemed Elî Caferî tekez kir:Gelê mezin ê Îranê bi hemû hêza xwe piştgirî daye gelê mezlûm ê Xeze û Lubnanê û em bi serbilindî û dengekî bilind radigihînin; Em ê heta serketina dawî di her warî de alîkariya xwe jibo wan bidomînin.
Serdar Mihemed Elî Caferî got:Hizbullaha Lubnanê ji ber pêkhateya hevgirtî û hêza xwe ya mirovî ya xurt û bi hêz piştî şehîdbûna hejmarek ji fermandar û serkirdeyên xwe , îro kariye wek berê û bi hêz û deshilatdariya xwe wek berê bihêztir bike.
Wî her wiha got:Hizbullah bi tena serê xwe bi piştevaniya gelê mezlûm ê Xezeyê, bi çekdarî li hember vê rejîma hov û xwînmij şer kir, û bi alîkariya Xwedê û piştevaniya umeta îslamî ya herêmê, dê derseke mezin bide dijmin.