Tebax 15, 2024 17:11 Asia/Tehran
  • Elî Baqiriyê Kenî: Bêdengiya li himber hovîtiya siyonîstan, wan rûçirtir dike

Sergêrê Wezareta karên Derve ya Îranê got: Tecrubê nîşan daye bêdengiya li himber hovîtiya leşkerî û ewlehiyê ya siyonîstan, wan rûçirtir û hovîtir dike.

 Elî Baqirî Kenî, roja êncşemiyê di gotûbêja telefonî  li gel Yûkû Kamîkava, Wezîrê derve yê Japonê, êrişa ser  anvendên sivîl, ji wan bombebaran û kavilkirina dibistanan, mizgevtan, nexweşxaneyan û binesaziyên din û komkijiya bêrehmane ya xelkê sivîl li zîvala Xezeyê di zêde ji 10 mehên derbasbûyî mînaka eşkere ya cinayeta cengê, cinayeta dije miroahiyê û jînosayda filistîniyan ji aliyê Rejîma Siyonîst ev da zanîn.

 Elî Baqirî Kenî, her wiah got: sedema sereke ya vê rewşa giran, alîkariyên Amerîka û hin welatên rojavayî bo banda cinayetkar a serdest li Telavîvê ji aliyekê ve û bêengiya hin welatên rojavayî li himber  cinayetên eşekere yê vê rejîma nijadperwest ji aliyê din ve ye. 

 Yûkû Kamîkava, Wezîrê derve ya Japonyayê dilnigeraniya derheq zêdebûna nakokiyan li navçeya rojava Asiyayê,aramkirina rewşê û kêmkirina asta nakokiyan bi sûda hemî aliyan da zanîn.

Baqirî û Kamîkava her wiha  ser giringiya dewama gotûbêjên siyasî û dîplomatîk di navbera her du welatan jibo pêşdebirina hevkariyên dualî û jordebirina  asta aşitiyê û aramî û ewlehiya navçê teqez kirin.

 

Serepeyv